Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

الأخبار باللغة الكردية (الكرمانجية)
Amerîka û Îran êrîşî hev dikin, gefê li hev dixwin û bi hev re dan û standinê dikin.
Li gel vê rewşê, Îranê êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Behreynê kir.
Artêşa Behreynê ragihand ku sîstemên parastina asmanî beşek ji êrîşên asmanî yên Îranê asteng kirin.
Hêzên Behreynê Îran tawanbar kirin ku bi van êrîşên xwe dijminatiyê didomîne.
Heta niha bi rengekî fermî hejmar û cureya çekên hatine astengkirin, nehatine eşkerekirin.
Her wiha, Wezareta Karên Hundir a Behreynê hişyariya ewlehiyê ji bo welatiyan derxist û ji wan xwest ku biçin cihên biewle.
Kuweytê bersiva êrîşên dronên Îranê da
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Kuweytê ragihand ku dengên teqînan ên ku li deverên welatê wan hat bihîstin, ew encama xebatên pergalên parastina hewayî û astengkirina dronên Îranê bû.
Fermandariya Artêşa Kuweytê ji welatiyan xwest ku aram bimînin û rêberî û talîmatên ewlehiyê yên fermî bişopînin.
Îranê berpirsyariya êrîşa li ser Kuweytê girt ser xwe
Medyaya Îranê Têkildarî êrîşa artêşa Îranê ya li ser Kuweytê hin agahî parve kirin.
Li gorî wan, hêzên Îranê êrîşî baregeha leşkerî ya Amerîkayê Elî Salim a li Kuweytê kir.
Jêderê da zanîn ku navendên taybet bi balafirên bêmirov û mûşekan li baregehê bûn armanca êrîşê.
Kampaniya Adnoc: Li Tengava Hurmizê li dijî keştiyeke me êrîşek pêk hat
Ev şerê Amerîka û Îranê bandora xwe li tevgera keştiyan a li Tengava Hurmizê jî kiriye.
Ji ber vê, rojan e keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, tên armackirin.
Di vê çarçoveyê de, Kampaniya ADNOC ragihand ku şevê din keştiyeke wê li Tengava Hurmizê hat armanckirin.
Kampaniyê ragihand ku di êrîşê de endamekî tîma xebatkarên keştiyê winda ye û 11 kesên din jî birîndar bûne.
Kampaniyê da zanîn ku endamên din ên tîmê hatine veguhestin, lê navê keştiyê eşkere nekir û hûrgiliyên zêdetir nedan.




