انتقل إلى المحتوى
نوجه تي في
مباشرالأخبارالبرامجالأرشيفجدول البث
مباشر
العربية
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
نوجه تي في

بث مباشر وأخبار وبرامج

تابعنا

اللغة

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
البيانات القانونيةسياسة الخصوصيةشروط الاستخدامالمساعدة والتواصل
مباشرالأخبارالبرامجالأرشيفجدول البث

كردستان

Ji bo "Nan, Aştî û Dadweriyê" li Amedê forumek hat lidarxistin

16 نوفمبر 2026 1 دقيقة

الأخبار باللغة الكردية (الكرمانجية)

Meclisa Ciwanan a li Amedê li ser “Ji bo nan, aştî û dadweriyê, budçe” forumek li dar xist.

Di civînê de rewşa aborî hate nîqaşkirin û ciwanan anî ziman ku qeyraneke aborî ya kûr bandorê li ser tevahiya welat dike.

Di vê civinê de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari û nûnerên saziyan cih girtin.

Hatîmogûlari: Pêvajoya aştiyê ji bo hemû qadên têkoşînê girîng e

Tulay Hatîmogulari di forûmê de got ku ji bo têkoşîna hemû qadên jiyanê, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelekî girîng e.

Hatîmogûllari bi bîr xist ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin û bal kişand ser giringiya rola Damezrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan di pêvajoyê de.

Her wiha Hatîmogûlari diyar kir ku di serdana xwe ya Îmraliyê de, Abdullah Ocalan ji wan re gotiye daxwazên bingehîn ên mîna mafên mirovan wekî terortî tên nîşandan. 

Meral Daniş Beştaş: Aktorê sereke Abdullah Ocalan e

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan, Meral Daniş Beştaş, li Enqereyê li ser pêvajoyê nirxandinê xwe anî ziman.

Meral Daniş Beştaş da zanîn ku, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê gelê Kurd, 86 milyon kesî eleqedar dike.

Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser wê yekê ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di demeke kurt de gavên gelek girîng avêtine.

Beştaş diyar kir ku Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê sereke ye û destnîşan kir ku ger wî bi xwe bangawazî nekiriba, pêvajoyeke wiha pêk nedihat.

Meral Beştaş da xuyakirin ku ji bo serketina pêvajoyê, divê teqez şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên avakirin da ku ew karibe bêyî navbeynkaran, rasterast bi raya giştî û têkildaran re têkilî deyne.

اقرأ على الموقع

أخبار ذات صلة

KNK: Girtina siyasetmedarên Kurd fişar û bêbaweriyê zêde dikin

قبل ساعة واحدة

Devlet Bahçelî: Divê sedema vê encamê ji rêveberên Sozcu TV were pirsîn

أمس

Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

أمس

Hêzên Hikûmeta Sûriyê welatiyek Kurd ji ber torên civakî girtin

أمس