بڕۆ بۆ ناوەڕۆک
نووچە تیڤی
ڕاستەوخۆهەواڵبەرنامەکانئەرشیفخشتەی پەخش
ڕاستەوخۆ
کوردی (سۆرانی)
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
نووچە تیڤی

پەخشی ڕاستەوخۆ، هەواڵ و بەرنامە

بەدوامان بکەوە

زمان

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
زانیاریی یاساییسیاسەتی تایبەتمەندیمەرجەکانی بەکارهێنانیارمەتی و پەیوەندی
ڕاستەوخۆهەواڵبەرنامەکانئەرشیفخشتەی پەخش

کوردستان

Îro 26 sal di ser koça dawî ya Ahmed Kaya re derbas dibin

١٦ی تشرینی دووەمی ٢٠٢٦ 2 خولەک

هەواڵەکان بە کورمانجین

Hin deng hene ku bi tenê ji devê hunermendekî dernakevin.

Lê ew bi xwe ji dilê gelêkî, ji êşa dayikekê û ji hesreta welatekî derdikevin.

Dengên ku dibe ku xwediyên wan ji me dûr bikevin, lê stranên wan tu carî namirin.

Ehmed Kaya jî yek ji wan dengên bîranînê ye.

Hunermendê Kurd ê ku jiyana xwe kir stran, êşa gelê xwe kir muzîk û li hemberî zext û nijadperestiyê dev ji nasnameya xwe berneda.

Îro jî 26 sal li ser koça dawî ya Ehmed Kaya re derbas dibin.

Ehmet Kaya di 28`ê cotmeha 1957`an de li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Ew Ji zarokatiya xwe ve, bi muzîkê re têkiliyeke taybet ava kir.

Bavê wî dema ku ew tenê şeş salî bû, tembûrek jê re kirîbû.

Ev diyariya biçûk, ji bo wî di salên pêş de bû destpêka rêwîtiyeke hunerî.

Ew di temenê biçûk de bi tembûra xwe re dest bi muzîkê kir û di neh saliya xwe de jî yekem car derket ser dikê.

Piştî ku şert û mercên aborî yên malbatê xirabtir bûn, malbata Ehmed Kaya biryar da ku ji Meletîyê koçî Stenbolê bike.

Ev koçberî, bûn yek ji bingehên sereke yên stranên wî.

Di 12`ê Îlona 1980`an de derbeya leşkerî deriyê serdemeke nû ya zext û binçavkirinan vekir.

Di wê demê de Ehmed Kaya hat girtin û sê mehan di girtîgehê de ma.

Piştî derketina ji girtîgehê, Ehmed Kaya bi awayekî hinbiryardarî berê xwe da muzîkê.

Di navbera salên 1985 û 2000`î de, Ahmet Kaya gelek albûm weşandin.

Hin stranên wî bi hincetên siyasî ji weşanên radyo û televîzyonan hatin derxistin û konserên wî jî hatin astengkirin.

Di 10`ê sibata 1999`an de, Ahmed Kaya wekî hunermendê salê hat hilbijartin.

Dema ku derket li ser dikê, got ku ew dixwaze stranek bi zimanê Kurdî tomar bike.

Piştî wê şevê, atmosfer li dijî Ehmed Kaya her ku diçû dijwartir dibû.

Di medyayê de kampanyayên dijî wî dest pê kirin.

Di mijdara 1999`an de, ew neçar ma ku welatê xwe bihêle û koçî Fransayê bike.

Di 16`ê mijdara 2000`î de û bi temenê 43 salî, Ehmed Kaya li mala xwe ya li Parîsê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Niha 26 sal in ku Ehmed Kaya ji nav me koç kiriye.

Lê hîn jî stranên wî li malan, di otomobîlan de û li kolanan tên bihîstin.

لە ماڵپەڕ بیخوێنەوە

هەواڵی پەیوەندیدار

KNK: Girtina siyasetmedarên Kurd fişar û bêbaweriyê zêde dikin

1 کاتژمێر لەمەوبەر

Devlet Bahçelî: Divê sedema vê encamê ji rêveberên Sozcu TV were pirsîn

دوێنێ

Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

دوێنێ

Hêzên Hikûmeta Sûriyê welatiyek Kurd ji ber torên civakî girtin

دوێنێ