7 sal girtin li Serokê Desteya Veberhênanî ya Selahedînê hat birîn

Die Nachrichten sind auf Kurmandschi (Kurdisch)
Desteya Destpakiyê ya Îraqa Federal di derbarê sizayê Serokê Lijneya Veberhênanê ya Parêzgeha Selahedîn bi tawana gendeliyê daxuyaniyek weşand.
Desteyê diyar kir ku Serokê Lijneya Veberhênanê ya Selahedîn bi tawana veşartina binpêkirinan di pirojeyek xanîyan ya li navçeya Samara de, 7 sal sizayê girtîgehê lê hate birîn.
Ev siza li ser bingeha Madeya 340 a Qanûna siza ya Îraqê û Madeyên 47, 48 û 49 hatiye dayîn.




