Zum Inhalt springen
Nûçe TV
LiveNachrichtenSendungenMediathekProgramm
LIVE
Deutsch
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Live-TV, Nachrichten und Sendungen

Folge uns

Sprache

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
ImpressumDatenschutzNutzungsbedingungenHilfe & Kontakt
LiveNachrichtenSendungenMediathekProgramm

Naher Osten

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

18. November 2026 1 Min.

Die Nachrichten sind auf Kurmandschi (Kurdisch)

Artêşa Behreynê ragihand ku sîstemên parastina hewayî hejmarek ji êrîşên asmanî yên Îranê asteng kirin.

Hêzên Behreynê, Îran tawanbar kirin ku bi van êrîşên xwe, dijminatiyê didomîne.

Heta niha bi rengekî fermî hejmar û cureya çekên hatine astengkirin, nehatine eşkerekirin.

Her wiha, Wezareta Karên Hundir a Behreynê hişyariya ewlehiyê ji bo welatiyan derxist û ji wan xwest ku biçin cihên ewle.

Kuweytê bersiva êrîşên dronên Îranê da

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Kuweytê ragihand ku dengên teqînan ên ku li deverên welatê wan hat bihîstin, ew encama xebatên pergalên parastina hewayî û astengkirina dronên Îranê bû.

Fermandariya Artêşa Kuweytê ji hemwelatiyan xwest ku aram bimînin û rêberî û talîmatên ewlehiyê yên fermî bişopînin.

Amerîka baregeheke mûşekan a Îranê li Qeşmê bombebaran kir

Balafirên şer ên Amerîkayê êrîşî cihekî avêtina mûşekan a Supaya Pasdaran li Girava Qeşmê ya başûrê Îranê kirin.

Li gorî rayedarekî leşkerî yê Amerîkî ku ji ajansa Reuters`ê re axiviye, ev operasyon wekî bersivekê li hember daxuyaniyên Pasdaran hat ku îdia kiribûn ku balafirên bêmirov êrîşî pergala radarê ya Amerîkayê li baregeha Şêx Îsa ya Behreynê kirine.

Rayedarên Îranê êrîşên Amerîka yên li Qeşmê piştrast kirin

Rayedarekî herêmî yê Îranê Ehmed Nafisî, ragihand ku êrîşên hewayî yên Amerîkayê li Girava Qeşmê bûne sedema çend teqînan.

Nafisî got van êrîşan tu ziyan li deverên niştecih, bazirganî û binesaziyên girîng çênekirine.

Ajansa fermî ya Îranê (IRNA) jî ragihand ku dengê 5 heta 6 teqînan li giravê hatiye bihîstin.

Auf der Website lesen

Verwandte Nachrichten

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

vor 1 Stunde

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

vor 1 Stunde

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

vor 6 Stunden

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

vor 6 Stunden