KNK'ê ji bo qurbaniyên qezaya li Îlamê sersaxî xwest

Die Nachrichten sind auf Kurmandschi (Kurdisch)
KNK’ê di peyama xwe de bal kişand ser rewşa nebaş a ewlehiya rê û kêmasiyên binesaziya veguhastinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.
Herwiha destnîşan kir ku kêmasiyên binesaziyê, nebûna çavdêriya pêwîst û bêberpirsiyariya saziyên têkildar, bi taybetî jiyana karkeran û beşên xizan ên civakê dixe xeteriyê.
KNK'ê banga lêkolîneke zelal kir
KNK’ê diyar kir ku parastina jiyan û ewlehiya welatiyan erkeke bingehîn a desthilatdaran e û tu kêmasî di pergala veguhastinê de nayê qebûlkirin.
Di heman demê de, KNK`ê bang li dewleta Îranê kir ku lêkolîneke zelal û bêalî li ser sedemên vê karesatê bike.




