Li Îlamê ji ber xirabiya rê û bûyerên trafîkê xwepêşandan hat lidarxistin

Die Nachrichten sind auf Kurmandschi (Kurdisch)
Duh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber rewşa xizmetguzariya nebaş xwepêşandanên cuda hatin lidarxistin.
Welatiyên bajarê Awdanan ji ber xirabiya rê û bûyerên trafîkê çalakiyeke mezin li dar xistin.
Di xwepêşandanê de daxwaz hat kirin ku walî îstifa bike, her wiha xemsariya dewleta Îranê protesto kirin.
Di çalakiyê de daxwaza çêkirina rêyan hate kirin.
Hêzên dewleta Îranê êrîşî xwepêşanderan kirin
Hêzên ewlekariyê mudaxeleyî xwepêşandanê kirin.
Çend kes ji ber guleyên hêzên ewlekariyê bi giranî birîndar bûn.
Ev yek jî piştî wê yekê hat ku di 14’ê Mijdara 2026’an de li nêzîkî bajarê Awdanan ê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber bûyereke tirafîkê 14 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, 16 kes jî birîndar bûbûn.
Li Tehranê li dijî rewşa xizmetguzariyê xwepêşandan hat lidarxistin
Di heman demê de jî malnişînên şîrketa HOMA li Tehranê kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.
Hat diyarkirin ku ev xwepêşandan ji ber rewşa xizmetguzariyên tenduristiyê û ji bo nerazîbûna li hemberî dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê hatine lidarxistin.
Serokê Komeleya malnişînên HOMA Celal Haşemlû destnîşan kir ku ev kombûn ji bo protestokirina helwesta bêxem a Rêveberê Giştî yê "Iran Air" û rayedarên Wezareta Rê û Pêşxistina Bajêr pêk hatiye ku daxwazên pîşeyî û yasayî yên malnişînan paşguh kirine.
Haşemlû rewşa xizmetguzariyên tenduristiyê wekî yek ji pirsgirêkên herî krîtîk ên ku malnişîn pê re rû bi rû ne, destnîşan kir.




