Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

News articles are in Kurmanji Kurdish
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş li Enqerê Meclîsa Tirkiyê de derbarê kuştina jinan û mafê wan de axivî.
Di axaftina xwede qala bê mafiya ku li hember jinan tê kirin û polîtikaya bêcezayetiyê kir.
Beştaş daneyên Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyê yên sala 2025 bilançoya kuştina jinan ya li Tirkiyê eşkere kir û wiha got:
"Di sala 2025’an de herî kêm 391 jin hatine kuştin, ji van 297 wekî kuştin û 94 jî wekî mirinên gumanbar hatine tomarkirin."
Beştaş beriya 25’ê Mijdarê rexne li operasyonên 'Malbata Min Ewle ye' dikir, û îdia dikir ku bêcezatî faktorek e di kuştinan de.
Beştaş: Di sala 2026'an de 170 jin hatine kuştin
Beştaş balkişandin li ser daneyên Bianetê yên sala 2026’an û wiha got:
"Di sala 2026’an de 170 jinên li Tirkiyê ji ber şîdeta mêran jiyana xwe ji dest dane û 39 ji van mirinan wekî gumanbar hatine tomar kirin."
Beştaş diyar kir ku li gorî daneyên neh mehên Platforma Rawestandina Kuştinên Jinan, 47 jinan ji ber ketinê, jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha Beştaş li ser siyaseta ku tê meşandin û polîtikayên bêcezayetiyê ev tişt gotin:
"Tu siyaseteke ku jiyana jinan neparêze rewa nîne. Tu siyaseteke malbatî ku azadiya jinan garantî neke nikare aştiya civakî misoger bike. Bêyî jiholêrakirina bêcezatiyê, avakirina wekheviyê û misogerkirina azadiya aborî û civakî ya jinan, ne mimkûn e ku li dijî tundûtûjiya li dijî jinan şer were kirin. Bê guman, em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Mafê jiyanê yê jinan ne mijara danûstandinê ye."
Beştaş her wiha qala pirsgirêkên di sepandina Qanûna Hejmar 6284 û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê de kir û diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan nikare bi hilbijartinên siyasî ve girêdayî be.




