Skip to content
Nûçe TV
LiveNewsProgrammesArchiveTV schedule
LIVE
English
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Live TV, news and programmes

Follow us

Language

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
Legal noticePrivacy policyTerms of useHelp & contact
LiveNewsProgrammesArchiveTV schedule

Kurdistan

KNK: Girtina siyasetmedarên Kurd fişar û bêbaweriyê zêde dikin

18 November 2026 1 min

News articles are in Kurmanji Kurdish

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir.

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)de wiha hat gotin:

"Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd bi awayekî tund şermezar dikin û vê yekê weke binpêkirina mafên siyasî, azadiya raman û mafê demokratîk dinirxînin.

Girtin û zextkirina siyasetmedarên Kurd ji ber helwest, raman û xebatên wan ên siyasî, ne rêya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd bi awayekî siyasî û aştiyane ye.

Ev cure kiryar tenê zext û bêbaweriyê zêde dikin û rê li ber diyalog û çareseriyên pirsa gelê Kurd digirin."

KNK bang li Tirkiyê kir mafên rewa yên siyasetmedarên Kurd nas bike

Her wiha KNK bang li desthilatdarên dewleta Tirk kir ku mafên rewa û bingehîn ên demokratîk û siyasî yên siyasetmedarên Kurd bê kêmahî nas bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de KNK’ê ev yek anî ziman:

"Şêwazên girtina siyasetmedarên Kurd bi ti rengî nayê qebûlkirin û pêwîst e demildest bê şert û merc bên berdan.

Em bang li hemû sazî, rêxistin û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî binpêkirinên mafên siyasî û demokratîk ên gelê Kurd bêdeng nemînin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên pêwîst biavêjin."

"Em bang li hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku mafên gelê Kurd biparêzin"

KNK’ê diyar kir ku ew di vê demê de bang li hemû hêz, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku ji bo parastina mafên gelê Kurd, li dijî hemû şêwazên zext û zordestiyê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Di heman demê de KNK’ê diyar kir ku pêwîst e yekîtiya neteweyî û hevrêziya siyasî demildest pêk bê.

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê da zanîn ku azadî û demokrasî bi zext û girtinan nayên bêdengkirin û mafên siyasî û demokratîk divê bên parastin.

Read on website

Related news

Devlet Bahçelî: Divê sedema vê encamê ji rêveberên Sozcu TV were pirsîn

yesterday

Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

yesterday

Hêzên Hikûmeta Sûriyê welatiyek Kurd ji ber torên civakî girtin

yesterday

Konferansa COP 31'ê didome

2 days ago