Konferansa COP 31'ê didome

News articles are in Kurmanji Kurdish
Konferansa 31emîn a Neteweyên Yekbûyî ya Guhertina Avhewayê (COP31) di roja xwe yê 8'emîn de berdewam dike.
COP31 bi mazûvaniya Tirkiyê li Navenda Pêşangehê ya Antalyayê (Antalya Expo Center) tê lidarxistin.
Lûtkeya ku di navbera 9-20'ê mijdara 2026'an de tê lidarxistin, dê bi giştî 12 rojan bidome û serok, dîplomat û pisporên avhewayê yên ji çar aliyên cîhanê tîne cem hev.
Di rojeva sereke ya konferansê de armanca sînordarkirina zêdebûna germahiya gerdûnî bi 1,5 pileyî, fînansmana avhewayê, veberhênanên enerjiya nûjenbar û projeyên Bermayiyan cih digirin.
Numan Kurtulmuş: Kapîtalîzm cîhanê wekî malê bavê xwe dibîne
Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş di Civîna Parlamenteran a COP31 de diyar kir ku karesatên avhewayê ji ber tevgerên hov ên mirovahiyê yên li dijî xwezayê derketine holê û got:
"Kapîtalîzma çolên cîhanê wekî malê bavê xwe dibîne.
Numan Kurtulmuş diyar kir ku Tirkiyê mazûvaniyê ji rêxistinên navneteweyî re dike û tekez kir ku guherîna avhewayê û karesatên jîngehê divê bibin rojeva hejmara yek a tevahiya cîhanê.
Her wiha Numan Kurtulmuş got ku berpirsyarê hemû karesatên jîngehê yên ku ji lehiyan heta bahozan, ji hişkesaliyê heta şewatên daristanan rûdidin, mirovahî ye.




