Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Nûçeyên bijarte

Amerîka û Îran nêzîkî rêkeftinekê bûne

14 Hezîran 2026 3 xulek

Amerîka û Îran nêzîkî rêkeftinekê ne, der barê demê de jî nezelaliyek derketiye pêş.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf gotin ku ew li bendê ne ku roja yekşemê bigihîjin rêkeftineke çarçoveyî ya ji bo bidawîanîna li şer.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê peymana bi Îranê re daxuyaniyek da.

Trump: Peymanek di navbera Amerîka û Îranê de tê îmzekirin

Trump da zanîn ku dema îmzekirina peymanê roja yekşemê ye û got:

"Tê plankirin ku peyman îro, roja yekşemê bê îmzekirin.

Yekser piştî ku hat îmzekirin, wê Tengava Hurmizê ji her kesî re vekirî be."

Serokê Amerîkayê pesnê têkiliyên nû yên bi Îranê re da û wiha lê zêde kir:

"Pêwendiya me ya bi Îranê re ji ya hemû îdareyên berê gelekî cudatir û baştir e.

Ne wekî dema Obama ye ku bi sedan milyar dolar dabû wan, ku 1,7 milyar dolarî dravê neqd ê kesk jî di nav de bû.

Di vê peymanê de ti pere nayê dayîn."

Trump: Em ê toza nukleerî tune bikin

Donald Trump di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "toza nukleerî" ya Îranê jî û wiha pê de çû:

"Di dema guncaw de, gava ku her tişt aram be, em dê herin û wê toza nukleerî derxînin.

Ew toz di binê çiyayên granît ên binavbûyî yên bihêz de, di kûrahiyê de veşartî ye.

Em ê bi saya balafirên xwe yên bedew ên cureya B-2 û pîlotên wan ên zîrek vî karî bikin. Em dê asta wê daxin û tune bikin."

Trump gefeke nû li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê li gel van hemû peyamên erênî, hişyariyek jî da û got:

"Heke ev pêvajo bi rê ve neçe, alternatîva me ya dawî heye.”

Pakistan amadekariya îmzeya elektronîk dike

Di heman demê de Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî li ser mijara peymanê postek li ser platforma X belav kir û got:

“Amerîka û Îranê li ser çarçoveyekê ji bo peymaneke aştiyê ya ji bo bidawîkirina şer li hev kirin.

Em ji her demê bêtir nêzîkî peymaneke aştiyê ne. Tê payîn ku peyman di nav 24 saetên bê de were temamkirin.

Pakistan niha amadekariyan dike ku peymanê bi awayekî elektronîkî îmze bike

Her wiha vê hefteyê wê dan û standinên di asta teknîkî de werin kirin.

Peymana dîrokî ya di navbera Waşington û Tehranê de wê aştîyeke mayînde ava bike.”

Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyeke nû da

Li aliyekî din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser dema îmzekirina peymana bi Amerîkayê re axivî û got:

“Peyman îro nayê îmzekirin.

Her çend îro neyê îmzekirin jî îhtîmal heye ku di rojên pêş de ev yek pêk were.

Berdevkê Wezareta Karên Derve destnîşan kir ku ji ber nezelalî û dudiliya aliyê beramber a di biryarên xwe de, divê ew bi baldarî nêzîkî vê pêvajoyê bibin.

Piştî daxuyaniya Trump, Îran tevlihev bû

Êdî piştî daxuyaniya Donald Trump û Şehbaz Şerîf, Îran tevlihev bû.

Baskê mihafezekar bertek nîşanî xalên peymanê da û hikûmet bi "pêşkêşkirina tawîzan" tawanbar kir.

Li Tehranê jî bi sedan kes derketin kolanan û daxwaza îstifakirina şandeya dan û standinan kirin.

Yek ji navên bihêz ên mihafezekar ên Parlamentoya Îranê, Parlamenter Mehmûd Nebeviyan bi rêya medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bi tundî rexne li metna reşnivîsê girt.

Nebeviyan diyar kir ku xalên wekî vekirina bilez a Tengava Hurmizê ya bê sînor û bêpere ji bo çûnûhatinê û her wiha kêmkirina uranyumê di peymanê de cih digirin, lê li beramberî vê, daxwazên Îranê nehatine bicihkirin.

Di xwepêşandanên li Îranê de Qalîbaf û Îraqçî bûn hedef

Xwenîşanderên ku pankart hildabûn û rexne li helwesta hikûmetê digirtin, li dijî Serokê Parlamentoyê û Serokê Şandeya Dan û Standinan Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Ebas Îraqçî slogan avêtin.

Qerebalixiyê bi dirûşma "Ji teslîmiyetê re na" bangî her du navan kir ku yekser îstifa bikin.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Qanûna çarçove di rojev de ye

25 Hezîran 2026

Hikûmeta Şamê dikeve nava şerê Libnanê yan na?

25 Hezîran 2026

Hewldanên ji bo civîna PDK û YNK didomin

25 Hezîran 2026

Tê payîn ku di tîrmehê de ji bo qanûna çarçove gav werin avêtin

24 Hezîran 2026