Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir
Rewşa ne-şer û ne-aştî ya di navbera Amerîka û Îranê de aloziyê zehmetir dike. Pergala Parastina Asmanî ya Behreyn û Keweytê balafirên bêmirov û mûşekên Îranê xistin xwarê. Artêşa Îranê berpirsyartiya êrîşa li ser navendên leşkerî yên Amerîka yên li Kuweytê girt ser xwe. Li Tengava Hurmizê keştiyeke kampaniya ADNOC bû armanca êrîşan.