Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

Komîteyê diyar kir ku fakulteyên girêdayî Zanîngeha Rojava yên di hevyazbariya Wezareta Xwendina Bilind de cih digirin, wekî fakulteyên fermî girêdayî Kompleksa Fakulteyên Qamişloyê (Kombûna Fakulteyên Qamişloyê) de têne hesibandin.
Heya ku Zanîngeha Hesekê were avakirin dê ev fakulte demkî bi Zanîngeha Firat ve girêdayî bin.
Serlêdanên ji bo van zanîngehan dê bi rêya linka fermî ya hevyazbariyê ya Wezareta Xwendina Bilind werin pejirandin.
Di çend rojên pêş de dê xwendekarên ji hemû parêzgehên Sûriyê werin pêşwazîkirin.
Komîteyê destnîşan kir ku xwendekarên xwe ji bo fakulteyên Zanîngeha Rojava (yên di hevyazbariya Wezareta Xwendina Bilind de cih negirtin) tomar kirine, dê îsal neyên qebûlkirin heta ku Zanîngeha Hesekê were avakirin.
Her wiha aşkera kir ku ew hevyazbariya serbixwe ya Zanîngeha Rojava qebûl nake.




