Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Nûçeyên bijarte

Nebûna şaxên banka navendî peveguhertina diravên nû li Hesekê zehmet dike

14 Hezîran 2026 1 xulek

Banka Navendî ya Sûriyê dema peveguhertina lîreyên kevin heta 30'ê tîrmehê dirêj kir da ku bibe "derfeta dawî" ji bo welatiyan.

Li tevahiya Sûriyê nêzî %65 heta %70'ê ji diravan hatine guhertin.

Du sifr ji lîreya kevin hatine avêtin. Mînak: 50 000 lîreyên kevin bûn 500 lîreyên nû.

Her wiha wêneya Beşar Esed ji ser diravên nû hat rakirin. 

Li parêzgeha Hesekê şaxên Banka Navendî ya Sûriyê tune ne.

Veguhastina dravên nû jî ji Şamê ber bi Hesekê ve hêsan nîne.

Welatî Hozan Eba Bekir, xwediyê dikaneke pevguhertina diravan, dibêje gerek rewşa herêma Cizîrê di ber çavan re were derbaskirin. 

Li Herêma Cizîrê navendên pevguhertina diravan tune ne 

Her wiha welatiyekî din ê bi navê Taha Abdullah jî dibêje ku ev pêvajo dikeve ser milê hikûmetê ku pêwîst e ji bo pevguhertinê, gavan bi lez bavêje. 

Li aliyekî din, Li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê mîna Idlib, Efrîn, Ezaz û Cerablusê lîreya Sûrî li wir qet nayê bikaranîn.

Sûriyê niha ji aliyê aborî ve dabeşî sê herêmên serekî bûye:

Herêmên hikûmetê: Lîreya Sûrî ya nû û ya kevin li hin deveran tên bikaranîn.

Rojavayê Kurdistanê: Hem lîreya Sûrî û hem jî Dolarê Amerîkî tên bikaranîn.

Herêmên Bakur-Rojavayê Sûriyê (Idlib û Efrîn): Bi piranî Lîreya Tirkî û ji bo tîcareta mezin Dolar tên bikaranîn.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Qanûna çarçove di rojev de ye

25 Hezîran 2026

Hikûmeta Şamê dikeve nava şerê Libnanê yan na?

25 Hezîran 2026

Hewldanên ji bo civîna PDK û YNK didomin

25 Hezîran 2026

Tê payîn ku di tîrmehê de ji bo qanûna çarçove gav werin avêtin

24 Hezîran 2026