242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê

Bi boneya 242’yemîn salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê X`ê peyamên pîrozbahiyê belav kir.
Mesûd Barzanî: Hevîdar im ku aramî lî vî bajarê ezîz ê Kurdistanê berdewam be
Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku, Silêmaniyê ew bajar e ku bûye parçeyekî girîng ji dîrok nasname û xebata neteweyî ya gelê Kurdistanê.
Her wiha bi bîr xist ku ew bajar herdem cihê derketina bîr û hesta neteweyî, rewşenbîrî û çandê bûye û dê her wisa jî bimîne.
Bafil Talebanî: Soz da ku ew ê her tim mertalê parastina xelkê silêmaiyê be
Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî jî peyamek da û da xuyakirin ku Silêmanî tenê erdnîgariyek nîne, giyanekî zindî û keleheke asê ya têkoşîna li hemberî zilmê ye.
Her wiha Bafel Talebanî di peyama xwe de tekez kir ku layiqtirîn wefadarî ji bo qurbaniyên vî bajarî ne gotinên ji dûr ve ye, xebata kiryarî û geşepêdana aborî ye.
Di heman demê de Bafil Talebanî di peyama xwe de soz da ku ew ê herdem mertalê parastina aramî û mafên xelkê Silêmaniyê bin.
Nîçîrvan Barzanî: Silêmanî navenda dahênan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye
Di heman çarçoveyê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî jî peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî xelkê bajarê Silêmaniyê kir.
Nêçirvan Barzanî di peyama xwe de got ku, bajarê Silêmaniyê bi navên wê yên navdar wekî navenda wêje û hunerê û paytexta rewşenbîriyê ye.
Barzanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev bajar di hemû qonaxên dijwar û zehmet ên dîrokê de di warê siyasî, çandî û şoreşgerî de pêşengî kiriye û bûye stargeha rewşenbîr, nivîskar û têkoşêran.
Mesrûr Barzanî: Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser hesabê xwe yê X`ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de wiha got:
“Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, bajarê helmet û qurbaniyê li her Kurdistaniyekî dilsoz û niştimanperwer pîroz be.”
Hêjayî gotinê ye ku bajarê Silêmaniyê di sala 1784’an de ji aliyê damezrînerê wê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatibû avakirin û îro 242 sal bi ser wê dîroka kevnar re derbas dibin.




