Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Kurdistan

Bahçelî: Ji bo mayîndebûna çareseriyê zemîna hiqûqî pêwîst e

15 Mijdar 2026 1 xulek

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di çarçoveya pêvajoya berdewam de ji rojnameya Turkgunê re axivî.

Bahçelî da zanîn ku Cîhana me ji ewlehiyê heta siyasetê, ji binpêkirinên mafên mirovan heta dagirkeriyan, ji qadên pevçûnê heta şeran, ji aboriyê heta şemayên rewatiya civakî di her qadê de di serdemeke gelekî zor û bi êş re derbas dibe ku tê de krîz zêde dibin, pirsgirêk û tengasî kûr dibin û tijî xeterî û xefik in.

Bahçelî got ku, Tirkiyê wekî dewlet û netewe neçar e ku vê pêşketin û guherîna ku aramî û aştiya wê ya navxweyî, yekîtî û biratiya wê ya neteweyî, ewlehî û berjewendiyên wê tehdîd dike, bi awayekî piralî bixwîne û bi awayekî gelekî realîst fêm bike.

Bahçelî di berdewamiyê de got ku, di vê serdema kaotîk a ku cîhan tê re derbas dibe de, gihandina Tirkiyê bi selametî ber bi pêşerojeke ronak ve erk û berpirsiyariya hevpar a her kesî ye.

Devlet Bahçelî di xalên ku rêz kir de da zanîn ku Mayîndebûna pêvajoyê, ne tenê bi bêdengbûna çekan; di heman demê de bi pêşxistina kapasîteya aborî, civakî, hiqûqî û demokratîk a Tirkiyê ve jî girêdayî ye.

Li gor xalên ku Bahçelî rêz dike Pêşveçûna pêvajoyê li ser zemîna hiqûqê, yek ji şertên bingehîn ên mayîndebûnê ye.

Bahçelî herî dawî destnîşan kir ku, serdestiya hiqûqê, nîzama qanûna bingehîn, nîzama giştî û maf û azadiyên bingehîn ên welatiyan divê di heman demê de bên parastin.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

KNK: Girtina siyasetmedarên Kurd fişar û bêbaweriyê zêde dikin

1 saet berê

Devlet Bahçelî: Divê sedema vê encamê ji rêveberên Sozcu TV were pirsîn

duh

Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

duh

Hêzên Hikûmeta Sûriyê welatiyek Kurd ji ber torên civakî girtin

duh