Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

Di biryara yekem de, dadgehê daxwaza parêzgar ji bo derxistina fermanekê ji bo rawestandina encam û çalakiyên civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya di 4’ê Mijdarê de red kir.
Dadgeha Bilind , di biryara xwe ya hejmar 264/2026 de, ragihand ku şertên ji bo derxistina biryara parêzgar di vê dozê de nehatine bicîhanîn.
Di heman demê de, dadgehê doza din a li dijî domandina xala şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî red kir.
Doza bi hejmara 211/ 2026 ya ku ji aliyê yek ji endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve li dijî serokê parlamentoyê hatibû vekirin.
Dadgehê di bersiva vê dozê de diyar kir ku li gorî madeya 93, desthilata wê ya kontrola destûrî bi qanûn û rêzikên di pêş de ne.




