Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Rojhilata Navîn

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

18 Mijdar 2026 2 xulek

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari di derbarê pêvajoya heyî û pirsên ku civak meraq dikin de nirxandinên girîng kir.

Hatîmogullari da zanîn ku civak pêvajoyê pir meraq dike û piştî daxuyaniyên wek pêvajo sekinî û hêdî dimeşe dikeve nava fikaran lê piştî hevdîtinên ku di navbera tevgerê û dewletê de berdewam kirin, civak jî dît ku pêvajoya şêwir û muzakereyê veguhere cihekî berbiçav.

Tulay Hatîmogullari li ser pirsa pêvajo naha di kêjan qonaxê de ye jî vê bersivê da:

Qanûna çarçoveyî derket lê nayê cîbicîkirin. Niha em di qonaxeke wiha de ne. Divê qanûna çarçoveyî bi awayekî zelal diyar bikin da ku  were zanîn qonaxeke nû dest pê kiriye. Lê ji bo ku ev qonaxa derbasbûnê ya di qonaxa duyem de temam bibe, tiştê ku divê bê kirin ew e ku qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê. Ev jî bi biryara MGK’ê ve hatiye girêdan.

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser civîna ku dê di 27'ê Mijdarê de bihata kirin û got li gor agahiyên hatin bidestxistin civîn kişandine 26'ê Mijdarê.

Hatîmogullari got temenekî vê qanûnê yê 6 mehan heye, Ev dema 6 mehan heta ku em çavên xwe bigirin û vekin dê derbas be.

Tulay Hatîmogullari: Em dixwazin êdî dest bi axaftina demokratîkbûnê bikin

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari ji bo gavavêtinê balkişand li ser xala 7’an a kanûna çarçoveyî û got:

Piştî ku qanûna çarçoveyî ket meriyetê , tiştê ku divê bê kirin bi taybetî cîbicîkirina xala heftemîn a rapora komîsyona ku li Meclisê hatiye avakirin e. Em dixwazin êdî dest bi axaftina qanûnên demokratîkbûnê bikin.

Hatîmogullari got ku piştî ku ew derbasî vê qonaxê bibin dê wê demê bêjin ku êdî di vê pêvajoyê de ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve gavên berbiçav bi awayekî xuyatir dest pê kirine.

Tulay Hatîmogullari: Di lijneya siyasîbûnê de kesayetên nas dê cih bigirin

Hatîmogullari derbarê kesên di Lijneya Aştî û Siyasîbûnê de cih bigrin jî ev agahî da:

Wê di Lijneya Aştî û Siyasîbûnê de kesayetên ji nava siyasetê cîh bigirin. Ji ber ku nav ne zelal in ji raya giştî re nayên ragihandin. Derbarê hejmar û navan de xebatek tê meşandin. Tê payîn gelek rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar dê biçin giravê û hevdîtinê bi Abdullah  Ocalan re bikin.

Hatîmogullari herî dawî got ku ji bo mîsogeriya aştiya mayînde divê gavên şênber ji aliyê dewletê ve bêne avêtin.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

53 xulek berê

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

1 saet berê

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

5 saet berê

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

6 saet berê