Di pêvajoya çareseriyê de rewşa dawî

Bi destpêkirina pêvajoya nû û gavên ku di vê pêvajoyê de hatine avêtin re, Tevgerê ji bo çareseriyê gelek gavên girîng ên yekalî avêtine.
Lê niha êdî çav li Meclîsê ye ku komîsyon werin avakirin û dest bi xebatê bikin.
Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş, ji bo Komîsyona Şopandinê hevdîtinên xwe yên bi komên partiyên siyasî re didomîne.
Sernavê din jî Komîsyona Bêçekkirin û Siyasîbûnê ye ku tê payîn Rêberê Damezrîner Abdullah Ocalan koordînasyona wê bigire ser xwe ye.
Tayîp Temel: Dê rojnamevan rasterast bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
Cîgirê Hevserokên (DEM Partî) Tayîp Temel, di daxuyaniya ku duh da de diyar kir ku di bin koordînasyona Abdullah Ocalan de tê plankirin, şandeya ku ji parêzer, siyasetmedar, rewşenbîr û çalakgeran pêk tê, bê avakirin.
Temel destnîşan kir ku piştî ku şande dest bi xebatên xwe bike, dê rojnamevan jî karibin rasterast bi Ocalan re hevdîtinê bikin.
Rêveberiya Tevgerê: Êdî ti hêzeke me ya leşkerî di nav sînorên Tirkiyê de tune ye
Di demekê de ku ev nîqaş berdewam dikin, jî bi îmzeya Rêveberiya Tevgerê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ku pêşveçûnên ji meha cotmehê a 2024an ve û gavên hatine avêtin, hatin bîranîn, hate gotin: "Êdî tu hêzeke me ya leşkerî ku nêzî sînorên Tirkiyê û nuqteyên leşkerî yên Artêşa Tirk cih digirin, nemaye.
Hemû endamên rêxistinê dest bi vekişîna ji Tirkiyê kirine
Piştî merasîma şewitandina çekan, yekemîn civîna çapemeniyê ya Tevgerê di 26ê Cotmeha 2025an de li Qendîlê hate lidarxistin.
Di civînê de biryara vekişîna hemû hêzên li Tirkiyê ji raya giştî re hate ragihandin. 25 endamê HPG û YJA-Starê yên ku di çarçoveya biryarê de vekişiyan jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Salvegera şewitandina çekan
Rêveberiya Tevgerê, rojek beriya salvegera yekem a merasîma şewitandina çekan a ku di 11ê Tîrmeha 2025an de li Şikefta dîrokî ya Ceseneyê ya nêzî bajarê Silêmaniyê hatibû lidarxistin, di 10`ê tîrmeha 2026`an de daxuyaniyeke din da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gavên vekişînê bi armanca amadekirina zemînekê ji bo ku dewlet gavên qanûnî û siyasî biavêje hatine avêtin.
Daxuyaniya 8'ê cotmehê: Hemû hêzên çekdar hatin vekişandin
Daxuyaniyeke din a krîtîk ji Rêveberiya Tevgerê, di 8`ê cotmeha 2026`an de hat.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me hemû hêzên xwe yên çekdar ên di nava sînorên Tirkiyê de û yên li derveyî Tirkiyê ku dikare bê gotin nêzî sînor in vekişandine" û bang li hikûmetê hate kirin ku di çarçoveya pêvajoyê de gavan biavêje.
Murat Karayilan: Hêzên taybet ên li metropolan vekişiyan
Herî dawî Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan, di hevpeyvîna xwe ya ku dabû Berpirsê Giştî yê Weşanê yê The Amargi Kamal Çomani û di 11ê Cotmehê de hatibû weşandin de, vekişînên ji Tirkiyê û herêma Metînayê, hevdîtinên ku bi dewletê re tên meşandin û pozîsyona Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de nirxandibû.
Karayilan diyar kir ku wan fermana vekişînê daye wan komên ku li Stenbol û bajarên din "di erka veşartî de" bûn jî û wan ferman da hêzên xwe yên taybet jî ku dewleta tirk herî pir jê ditirsiya û daxwaz dikir ku ew ji metropola Stenbolê û bajarên Tirkiyê vekişin.




