Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Rojhilata Navîn

Elî Zeydî 9 berpirsên payebilind ên li Cerf Sexir ji kar dûr xistin

15 Mijdar 2026 1 xulek

Piştî nakokî û aloziyên li Cerf Sexir a parêzgeha Babilê, der barê dizîna petrolê de ji aliyê hin kes û komên çekdar ve, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî biryara cezakirin û dûrxistina wan berpirsan derxist.

Kesên ku ji kar hatine dûr xistin evin:

Fermandarê Polîsê Babilê.

Rêveberê Polîsê bakurê parêzgehê.

Rêveberê Îstixbarat û Dij-Terora parêzgehê.

Fermandarê Heşda Şebî li Babilê û hin berpirsên din ên payebilind li wê navçeyê.

Lêkolînan dizî û qaçaxçîtiya petrolê li Cerf Sexir piştrast kirin

Sebah Nûman dibêje, Elî Zeydî ji hemû fermandarên dezgehên ewlehî yên li parêzgehan re ragihandiye ku ew berpirs in ji qewimîna her bûyera dizîn û qaçaxçîtiya petrolê li sînorê desthilata wan.

Li gorî raporeke Dezgeha Îstixbarata Îraqê, bandeke qaçaxçîtî û dizîna petrolê bi piştgiriya kes û hêzên çekdar ên li navçeya Cerf Sexir  ji sala 2021’ê heta 2026’an ve boriyên sereke yên petrolê qul kirine û berhem dizîne.

Şêwirmendê Wezîrê Elektrîkê ya Îraqê hat girtin

Desteya Destpakiyê ya Îraqê jî ragihand ku bi tawana "dewlemendbûna ne yasayî" 10 sal cezayê girtîgehê û vegerandina 37 milyar dînar li Şêwirmendê Wezîrê Elektrîkê yê karûbarên veguhestin û dabeşkirinê hate sepandin.

Hizbullaha Îraqê: Em ê dest ji Cerf Sexr û çekên xwe bernadin

Li aliyekî din Katîbeya Hizbullah ya Îraqê rexneyên tund li hikûmetê kir û got ku rapora derbarê qaçaxçitiya petrolê li herêma Curf Sexr de hatibû weşandin, agahiyên şaş têde hene.

Her wiha Hizbullah tekez kir ku çiqas zext li ser were, ew dest ji Curf-Sexr û çekên xwe berna din.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

1 saet berê

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

1 saet berê

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

6 saet berê

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

6 saet berê