Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Rojhilata Navîn

Erebistana Siûdî astengkirina 2 mûşekên balîstîk ragihand

15 Mijdar 2026 1 xulek

Li Rojhilata Navînê, tengezariya leşkerî ber bi qonaxeke din ve diçe û gelek welatên herêmê bi gefên ewlehiyê re rû bi rû dimînin.

Di vê çarçoveyê de, Erebistana Siûdî ragihand ku hêzên wê du mûşekên balîstîk ên ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi Riyadê hatibûn avêtin, asteng kirin.

Erebistana Siûdî: Me sê balafirên bêmirov xistin xwarê

Her wiha, sê balafirên bêmirov ên ku ber bi herêma rojhilatê Siûdiyê ve hatibûn şandin jî hatine astengkirin.

Hûsî: Me balafirgeha Xalid û stasyoneke neftê armanc kirin

Hûsiyan jî bi daxuyaniyeke îdîa kirin ku balafirgeha navneteweyî ya Xalid li Riyadê û stasyoneke neftê ya Rojhilat-Rojava kirine armanc.

Di aliyê din de, li Senayê encamên êrîşên hewayî yên Erebistana Siûdî hatin ragihandin. 

Hûsî: Li Senayê di êrîşekê de 4 kes birîndar bûne

Li gorî medyayên Hûsiyan, di êrîşa hewayî de ya li ser taxeke niştecih li Senayê, du jin û du zarok birîndar bûne.

Hûsî: Me balafireke Erebistana Siûdî li Cewfê xist xwarê

Her wiha, dan zanîn ku balafireke keşfê ya CH-4, di esmanê parêzgeha Cewfê de xistine xwarê.

Behreynê piştî demekê hişyariyên ewlehiyê dan 

Li aliyê din, li Behreynê jî rewşa ewlehiyê aloz bû.

Wezareta Karên Hundirîn a Behreynê du hişyariyên ewlehiyê da û ji welatiyan xwest ku aram bimînin û biçin cihên ewle yên herî nêzîk.

Ev yekem hişyariyên bi vî rengî ne ku Behreynê ji meha Îlonê ve derdixe.

Îranê bi 6 balafiran pergala asmanî ya Amerîkayê armanc kir

Piştî vê hişyariyê, medyayên Îranê ragihandin ku bi şeş balafirên bêmirov pergala esmanî ya Amerîkayê li baregeha helîkopteran a Rifaa ya kiriye armanc.

Li gorî daxuyaniyan, ev êrîş ji bo bersivdana çalakiyên dijminatiyê yên Amerîkayê hatiye kirin.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

1 saet berê

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

1 saet berê

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

6 saet berê

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

6 saet berê