Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Rojhilata Navîn

Hûsî: Me êrîşî boriyên petrolê yên Erebîstana Sûdî kir

17 Mijdar 2026 1 xulek

Sêgoşeya Şer ya di navbera Erbîstana Sûdî, Hikûmeta Yemen û Tevgera Hûsî ya Yemenî de, bi dijwarî berdewam dike.

Tevgera Hûsî ya Yemenî armancgirtina cihên nû li Erbîstana Sûdî ragihand.

Berdevkê Tevgera Hûsî Yehya Serîi di daxuyaniyekê diyar kir ku wan du operasyonên leşkerî li hindirê Sûdiyê pêk anîne.

Ya yekem bi sê dronan stasiyona petrolê ya hejmar 9 a li ser boriyên Rojhilat-Rojava, li rojavayê Riyadê armancgirtiye.

Ya duyem jî  bi du dronan stasyona petrolê ya hejmar 8 a li ser boriyên Rojhilat-Rojava armanc girt.

Hikûmeta Yemen: Me di 660 oprasiyonana de 178 Hûsî kuştin û birîndar kirin 

Derbarê êrîşên li nava Yemenê jî, dezgehên medyayê yên girêdayî tevgera Hûsiyan belav kir ku koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, ku piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê li parêzgehên Hudeyda û Saadeyê êrîşên esmanî pêk anîne û her wiha Sena jî armanc kirine.

Di nava gurbûna vî şerî de, hikûmeta Yemenê ragihand ku wan di demjimêrên borî de, 660 êrîşên hewayî û operasyonên armancgirtinê li dijî Tevgera Hûsî pêk anîne.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên hikûmeta Yemenê Mecîd Nûzeylî got ku di encama van operasyonan de "nêzîkî 178 fermandar û endamên Hûsî hatine kuştin û birîndarkirin.

Hejmara kuştî û birîndarên sivîlan li Yemenê gihîştiye 1849 

Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Mafên Mirovan a Hikûmeta Yemenê ragihand ku ji destpêka şerê herî dawî ve hejmara giştî ya kuştî û birîndarên sivîlan gihîştiye 1849 kesan ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

53 xulek berê

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

1 saet berê

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

5 saet berê

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

6 saet berê