Îran: Dewletên herêmê piştgiriyê didin Tehranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê

Di nava aloziya berdewam a di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û Îranê de danûstandin hatine rawestandin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku Dewletên Yekbûyî rêyeke dûr ji danûstandinan hilbijartiye.
Ebas Araqçî da dazîn ku dewletên herêmê piştgiriyê didin pêşniyara Tehranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê, ev jî bi şertê ku Waşington hin mercên Îranê bi cih bîne.
Îsraîl hewldanên xwe yên ji bo razîkirina rêveberiya Trump dike
Di heman mijarê de Rojnameya Maariv ya Îsraîlî ragihand ku di nava Îsraîlê de li ser dem û awayê danûstandina bi Îranê re nakokî hene.
Her wiha Artêşa Îsraîlê texmîn dike ku her operasyoneke leşkerî dibe ku planên Îranê paş bixe, lê ew dê bernameya xwe ya nuklerî ranawestîne.
Li aliyekî din, kesayetiyên di serkirdayetiya siyasî ya Îsraîlî de piştgîriya pêkanîna operasyonekê dikin bêyî beşdariya Amerîkayê.
Li gorî raporan, Îsraîl hewldanên xwe yên ji bo razîkirina rêveberiya Trump ji bo girtina tedbîran li dijî Tehranê didomîne.
Hêzên Îranê: Balafireke bêmirov a Amerîkî xistine xwarê
Di nava van geşedanan de Supaya Pasdarên Îranê ragihandin ku wan balafireke bêmirov a Amerîkî ji cûreyê MQ-170 li nêzîkî Girava Qeşmê xistine xwarê.
Her wiha bi rêya operasyoneke elektronîk kontrola wê bi dest xistine.
Di daxuyaniyekê de, Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Îranê diyar kir ku li derdora Tengava Hurmizê ev balafira bêmirov ji bo şopandin û naskirina pergalên berevanî û şerê elektronîk hatibû erkdarkirin.




