Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Kurdistan

Îro salvegera 89'emîn a bidarvekirina Seyîd Riza û komkujiya Dêrsimê ye

15 Mijdar 2026 2 xulek

Îro 89emîn salvegera bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ye

Seyîd Riza ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, Kurdekî Elewî ye û di dîroka 1863yan de ji dayîk bûye.

Ew rêberekî Kurd, oldar û xwedî peywireke eşîrî ya bilind bû.

Her çendî dewleta Tirk dest bi sepandina polîtîkayên navendî yên hişk dikir, Seyîd Riza hewl dida ku bi aştiyane dan û standinan bike û daxwaza naskirina nasnameya Kurd û taybetmendiya çandî ya herêma Dêrsimê dikir.

Lê belê, paşguhkirina daxwazên wî û zexta leşkerî, ew neçar kirin ku dest bi berxwedanê bike.

Di sala 1937 de Seyîd Riza rêbertiya berxwedana li dijî dewleta Tirk kir, da ku li hemberî kontrolkirina herêmê ji hêla dewletê ve bisekinin.

Paşê ew hat girtin û di dîroka 15 mijdara 1937an de tevî kurê xwe û hejmarek ji rêhevalên xwe hat bidarvekirin û heta niha cihê gorên wan nayên naskirin.

Piştî berxwedanê û bidarvekirina Seyîd Riza, komkujiya Dêrsimê qewimî, ku di encama wê de kuştar, komkujî û koçberkirina komî çêbû.

Her wiha Seyîd Riza berî ku were bidarvekirin ev axaftin kir:

"Ez niha 75 salî me.

Ez ê bibim Şehîd û tevlî Şehîdên Kurdistanê bibim.

Me Dêrsim winda kir, lê Kurd û Kurdistan dê bi ser bikevin, xortên Kurd dê tola min hilînin, mirovên zalim wê bi vî rengî bimirin, mirovên nebaş û xapînok jî wê bimirin.

Ez kurê Kurdistanê me.

Me tenê ji bo parastina rûmeta gelê xwe çek hildaye û dîrok ji bîr nake."

Îro Seyîd Riza wekî yek ji sembolên berbiçav ên berxwedana Kurdan tê nasîn.

Neviyên Seyîd Riza daxwaz dikin ku dewlet lêborînê bixwaze 

Her wiha bi salvegera vê bûyera dilsoj re, neviyên Seyîd Riza der barê êş, zilm û sitemkariya ku hatiye kirin de nêrîn û daxwazên xwe bi par ve kirin.

Neviyên Seyîd Riza diyar kirin ku birîna Dêrsimê hê jî di dilê wan de vekirî ye û xwestin ku dewlet cihê gorên wan eşkere bike û bi fermî lêborînê bixwaze.

Ji neviyên Seyîd Riza, Sakîne Polat, Emîne Karaca û Seyîd Alî Polat nêrîn û daxwazên xwe yên der barê bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ragihandin.

Neviyên Seyîd Riza eşkere kirin ku dewletê qira malbata wan aniye û zilmeke mezin aniye li serê gelê Dêrsimê.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

KNK: Girtina siyasetmedarên Kurd fişar û bêbaweriyê zêde dikin

1 saet berê

Devlet Bahçelî: Divê sedema vê encamê ji rêveberên Sozcu TV were pirsîn

duh

Biryarên nû der barê zanîngeha Rojava de hatin ragihandin

duh

Hêzên Hikûmeta Sûriyê welatiyek Kurd ji ber torên civakî girtin

duh