Krîza mirovî li Mexmûrê kûrtir dibe Îraq neftê nade penaberan

Bi hatina werza zivistanê re, hikûmeta Îraqê nefta spî ku mafê sereke yê penaberan e, nade wan.
Di nava sermayê de bê parhiştina xelkê wargeha Mexmûrê ji alîkariyên mirovî û sotemeniyê, jiyanê bi taybetî ji bo zarok, kal û nexweşan dike weke karesatekê mezin.
Yekem ambargoya wargehê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de bû, rêveberiya Hewlêrê rê li xelkê wargehê girt û nehiştin ku kes derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
Her wiha ji 10’ê Nîsana 2023’yan ve hikûmeta Îraqê jî bi awayekî komî rê nade kelûpel bikevin nava wargehê, destûrê nade karkeran ku biçin ser karên xwe, her wiha nasnameyên xelkê wargehê nû nake.




