Li Îlamê di qezayekê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan

Qeza duh bi şev li ser rêya di navbera Mormorî û Awdananê de, li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.
Di destpêkê de, Heyva Sor a parêzgeha Îlamê ragihandibû ku di encama vê qezayê de heft kesan jiyana xwe ji dest dane.
Lê piştî çend saetan, hejmara miriyan gihîşt 12 kesan û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Rewşa tenduristiya hin ji birîndaran jî ne aram e.
Li gorî agahiyan, di otobûsê de 30 kes hebûn û hemû jî karkerên Pîşesaziya Neftê ya Dêhloranê bûn.
Parêzgarê Îlamê Ehmed Keremî ji bo yek rojekê li seranserê parêzgehê şîna giştî ragihand.
Li bajarê Awdananê jî ji bo du rojan şîn hate ragihandin.




