Here naverokê
Nûçe TV
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê
ZINDÎ
Kurmancî
  • Kurmancî
  • کوردی (سۆرانی)
  • العربية
  • English
  • Deutsch
Nûçe TV

Weşana zindî, nûçe û bername

Me bişopîne

Ziman

Kurmancîکوردی (سۆرانی)العربيةEnglishDeutsch
© 2026 Nûçe TV
NasnamePolîtîkaya nepeniyêMercên bikaranînêAlîkarî û têkilî
ZindîNûçeBernameArşîvBernameya weşanê

Rojhilata Navîn

Li Nînewayê DAIŞ'ê êrîşî xaleke leşkerî kir

16 Mijdar 2026 1 xulek

Şeva borî li sînorê parêzgeha Nînowayê çekdarên DAIŞ’ê êrîşî xaleke leşkerî ya hevbeş a Artêşa Îraqê û Heşda Şebî kir.

Hat ragihandin ku êrîş li navçeya Hederê hatiye kirin.

Heta niha jî hûrgiliyên êrîşê bi temamî zelal nebûne.

Li hêla din, Birêvebiriya Ragihandinê ya Heşda Şebî diyar kir ku hêzên Lîwaya 44an êrîşeke DAIŞê ya li xaleke kontrolê ya li ser rêya Nînowa û Enbarê têk biriye lê agahiyên zêdetir belav nekirin.

Fermandariya Operasyonên Rojavayê Nînowayê jî destnîşan kir ku rewş bi temamî di bin kontrolê de ye.

Fermandariya Nînewayê: Em li dijî her hewleke DAIŞ'ê amade ne

Fermandariyê eşkere kir ku hêzên ewlehiyê li dijî her hewleke êrîşê ya DAIŞê di amadebaşiyeke temam de ne.

Ji bo parastina ewlehiya herêmê û rêlibergirtina liv û tevgera çekdaran, hêzên ewlehiyê li seranserê rêya Rewa û Hederê hatine bicihkirin.

Ev Demeke liv û tevgera çekdarên DAIŞ`ê li herêmê zêde bûye.

Beriya du rojan jî otomobîleke gumanbar ku dihat texmînkirin çekdarên DAIŞê tê de bûn li nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê hat dîtin.

Li ser vê yekê gelek hêzên Artêşa Îraqê û Dijî Terorê çûn herêmê û di ê şevê de rêya Kerkûk-Hewlêrê hatibû girtin.

Paşê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyoneke pêşwext û êrîşeke asmanî ya li bakurê Kerkûkê de 3 terorîst hatine kuştin û kesek jî hatiye girtin.

Li malperê bixwîne

Nûçeyên têkildar

Behreynê pergala xwe ya parastina asmanî li hember êrîşên Îranê çalak kir

1 saet berê

Ketîbeyên Hizbullahê sîstema dronên FPV nîşan da

1 saet berê

Dadgeha Federal a Iraqê du biryar li ser parlamentoya kurdistanê da

6 saet berê

Beştaş: Di sala 2025'an de herî kêm 391 jin hatine kuştin

6 saet berê