Li Tengava Hurmizê agir bi 2 keştiyên petrolê ket

Hêzên Deryayî yên Îranê ragihandin ku 2 keştiyên barkirî yên petrolê yên ku hewl didan ji Tengava Hurmizê derbas bibin û pergalên şopandinê yên wan neçalak bûne, li mayînên deryayî ketin û şewitîn.
Li gorî daxuyaniya ku Ajansa Tasnim belav kiriye, tanker li deverên qedexekirî tevgeriyane.
Hate diyarkirin ku 2 tankerên din jî piştî hişyariyên Îranê paşve vegeriyan, di derbarî bûyarê de jî heta niha nasname, al û asta zirarê ya her du keşteyan nehatine eşkerekirin.




