Parêzera Kurd Asya Zengînî xelata baştirîn kesayetiya Jin a 2026'an wergirt

Parêzera Kurd Asya Zengînî li Beyrûta paytexta Libnanê di merasîmekê de wekî yek ji kesayetiyên çalak ên sala 2026'an hat destnîşankirin û xelata baştirîn kesayetiya jin wergirt.
Ev xelat ji aliyê Akademiya Borda Amerîkî ve pêşkêşî Asya Zengînî hate kirin.
Ev xelat ji ber çalakiyên wê yên bi bandor, erênî û berbiçav di civakê de, û ji ber roleke pêşeng a ku di warê xwe yê pîşeyî de lîstiye, jê re hat dayîn.
Parêzera Kurd diyar kir ku ew vê serkeftinê pêşkêşî Kerkûk û Kurdistanê dike.




