Pêşangeha pirtûkan li bajarê Xurimabadê hat vekirin

Ev pêşangeh bi beşdariya 60 weşanxaneyan li ser mijarên curbecur, di nav de ol, dîrok, wêje, roman, derûnî, zimanên biyanî û pirtûkên zarok û ciwanan, kesên meraqdar pêşwazî dike.
Her wiha serdanvan dikarin pirtûkan bi daxistinekê heta ji sedî 50 bikirin.
Pêşangeha Pirtûkan dê ji 14'ê mijdarê heta 6'ê kanûnê, her roj ji demjimêr 9'ê sibehê heta 9'ê êvarê mazûvaniya hezkiriyên pirtûkan bike.
Pêşangeh li Kompleksa Çandî û Hunerî ya parêzgeha Loristanê, bi pêşkêşkirina zêdetirî 4 hezar sernav û nêzîkî 50 hezar kopiyên çapkirî hatiye vekirin.
Xwendina Şahnameyê, lidarxistina pêşbirkên xwendina pirtûkan ên taybet ji bo xwendekaran, di nav bernameyên ku hatine plankirin de ne.




