Qalîbaf: Amerîka li hember Îranê bêhêvî ye

Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwra Îranê, di bersiva daxuyaniyên Scott Bessent, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê de, got ku gotinên wî bêhêvîbûna Washingtonê li hember Komara Îslamî nîşan didin.
Qalîbaf herwiha got ku kesekî ji ber tirsê, ji mala xwe reviyaye stargehên leşkerî, divê li şûna heqaretkirina neteweyên din, li ser şikestinên xwe yên stratejîk li Kendava Farisî bifikire.
Mihemed Baqir Qalîbaf herwiha gotarek ji rojnameya New York Times parve kir ku behsa lawazbûna pêbaweriya Bessent, krîza aborî, zêdebûna enflasyonê û deynê nêzî 40 trîlyon dolarê Amerîkayê kir.




