Qeyrana pereyên kevn û nû li Qamişlo bû sedema girtina sûka sebze

Sûka Hal a sebze û fêkiyan li Qamişlo, ku damareke girîng a bazirganiya rojane ye, ev demeke bi pirsgirêka aborî ya giştî re rûbirû ye.
Mercên bankan ên têkildarî guhertina pereyên kevn bûye sedema nerazîbûneke mezin di nava bazirganan de.
Ji ber ku bank ji bo guhertina dravan sînoran datînin û tenê mîqdarên mezin qebûl dikin.
Bazirganên ku bi pereyên kêm an jî bi dahata rojane dixebitin, nikarin dravê xwe biguherînin.
Ev yek jî rê li ber ziyaneke mezin a aborî vedike û karê bazarê asteng dike.
Welatî û bazirgan dixwazin ku aliyên peywendîdar di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêjin da ku tevgera bazirganiyê li bazaran vegere rewşa xwe ya normal.




