Şeş tanker di du rojan de li Tevgava Hurmizê teqiyane

Li gorî ajansa Tasnim pasdarên şoreşa îslamî di daxuyaniyekê de ku roja duşemê hate weşandin, îdia kirin ku du tankerên dixwestin bi rêberiya rasterast a efserên Amerîkî û piştgiriya balafirên leşkerî yên DYA'yê ji rêya başûrî ya bê destûr tengavê derbas bikin.
Pasdaran ragihand ku teqandina wan dibe sedema belavbûna qirêjiyê li perav û avên Tengava Hurmizê û hişyarî daye şirketên petrolê ji vê rêyê derbas nebin.
Li gorî îdiaya Pasdaran, hejmara tankerên ku ji roja Yekşem û duşemê agir pê ketine û noq bûne gihîştiye şeş tankerên petrolê.




