Urdunê sizaya bidarvekirinê li sê kesan birî ku beşdarî êrîşa Dêrekê bûbûn

Ajansa nûçeyan a Urdunê Petra ragihand ku Dadgeha Ewlehiya Urdunê îro sizaya bidarvekirinê li sê kesan birî ku meha borî li dêreke bajarokê Hemûd êrîş pêk anîbûn.
Ajansê diyar kir ku dadgehê her sê kes bi tawanên mîna kiryarên terorîstî û komkirina çek û cebilxaneyê ji bo bikaranîna di kiryarên terorîstî de, siza dan.
Di 23’ê cotmehê de, çekdaran di merasîma cenazeyê li dêra Ortodoks a Yûnanî de gule barandin.
Rayedaran gotin ku di êrîşê de 9 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.
saet 11:00'ê êvarê li hember Tirkiyê bilîze.




