
Cîgirê Serokê AKPê Efkan Ala der barê "qanûna çarçoveyî" ya ku tê payîn di çarçoveya vê pêvajoyê de were derxistin de axivî. Efkan Ala got: "Em ê hewl bidin ku berî girtina Parlamentoyê vê yekê bikin. Plana me ev e. Pêşkêşkirina qanûnê berî ku Parlamento bikeve betlaneyê."





Konseya Rêveber a KNK’ê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Her wiha KNK’ê bang li hemû hêz, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo parastina mafên gelê Kurd, li dijî hemû şêwazên zext û zordariyê helwesteke hevpar nîşan bidin.





Rewşa ne-şer û ne-aştî ya di navbera Amerîka û Îranê de aloziyê zehmetir dike. Pergala Parastina Asmanî ya Behreyn û Keweytê balafirên bêmirov û mûşekên Îranê xistin xwarê. Artêşa Îranê berpirsyartiya êrîşa li ser navendên leşkerî yên Amerîka yên li Kuweytê girt ser xwe. Li Tengava Hurmizê keştiyeke kampaniya ADNOC bû armanca êrîşan.




